National Drugs Helpline 0800 77 66 00
Dij-depresant tenê bi dermanname peyde dibin. Xwedîtîya
vê narkotîkê ne sûc e, lê belê pêskêskirina
wê sûc e.
Navên ku dibe ku herî pir hun nas bikin prozac an seroxat in.
Dij-depresant dikanin di teseyê tablet an sirûbê de bin.
Ew dikanin bê daqurtandin, vexwarin an derzîkirin.
Dij-depresant ji bo tedawîya mirovên depresîv, bifikar, sermok, vekisandî, an ku pirsgirêka bêxewîyê û krîzên panîkê heye bên bikaranîn.
Dibin alîkar ku faktora 'xwes hiskirinê' li las pêk bê
ku xulqê we xwes bibe û hun jîndartir, bikêf û
bêtir bi li dora we çi diqewime eleqedar his bikin. Hun her weha
dibe ku bêtir enerjîk his bikin - ev bi Prozac pir belav e.
Dij-depresantên din bandûreke dijber heye û we xewar û
gêj didin hiskirin.
Dij-depresant pircaran di dewrekê de tên bikaranîn, û
dikane heta 3 heftan bajo ku narkotîk bandûra xwe pêk bîne.
Dij-depresant dikanin gelek bandûrên duyemûn hebin. Hun dikanin
xewarî, xewnên xerab, serêsî, ricifîna destan,
dîmenên sêlî, bihîstyarîya tava rojê,
bêîqtîdarî, kêmbûna kapasîteya orgazmê,
guherînên dewrên bêlmêjîyê, qelewbûn,
daketina tansîyonê, qebizbûn, dilçûn, dillihevketin,
kulbûnên çerm, an virikê pêsde bixin. Ev bandûr
li gora dij-depresantên ku tên bikaranîn diguherin.
Vekisîna ji dij-depresantan divê di nav demê de bê kirin. Bi carekê rawestandin wê bibe sedem ku problemên balans, dillihevketin, versîn, û ta sar bi we re çêbibin.
Tev li alkolê kirin dikane dillihevketinê zêde bike. Tev li depresantên din kirin dikane bibe sedema sokan an versînê û di hin rewsan de bandûr dikanin ewqas xurt bin ku pêwîstî yê çêbibe ku hun biçin nexwesxanê.